Η Διακήρυξη της Κεσσάνης

ΠΡΟΤΑΣΗ ΤΩΝ ΣΥΝΔΙΚΑΛΙΣΤΩΝ ΕΡΓΑΤΙΚΩΝ ΣΩΜΑΤΕΙΩΝ, ΦΟΙΤΗΤΙΚΩΝ ΣΥΛΛΟΓΩΝ ΚΑΙ ΣΥΛΛΟΓΙΚΟΤΗΤΩΝ ΤΟΥΡΚΙΑΣ ΚΑΙ ΕΛΛΑΔΑΣ ΠΟΥ ΣΥΝΑΝΤΗΘΗΚΑΝ ΣΤΗΝ ...

6/6/20

kurdish Em ji bo çalakiya hemberê nijadperestiyê bangî herkesî dikin 20 pûşper, şemî 14:00 Qada omonoia

Roja çalakiya hevpar a hemberê penaberên di malên xwe de tên derxistin
Em ji bo çalakiya hemberê nijadperestiyê bangî herkesî dikin

20 pûşper, şemî 14:00 Qada omonoia

Hevalên hêja, penaber wek hûn dizanin hikûmeta yewnanê yê îlticaya wan hatiye pejirandin bi hezaran penaberan ji bo malandan derbixin biryar girtiye. Li gor hejmarên Vezareta koçberiyê rojên pêşiya me 10000'an zêdetir penaberên li kamp, otel û malandan dijîn, ji dewleta yewnan an jî saziyên navnetewî yên penaberan diparêzin yê ti alikayê hilnedin û ji bo debara wan ti alikarî neyê kirin dê bimînin kolanan .
Ev biryar berdewam e û li gor peymana Ab-Tirkiyê politikayên li hemberê penaberan pêşdixin û van  mexdûrên şer, zilm û şkenceyê  mafê esasî yê stargehek ewlehî  bêpar dihêlin.
Ev polîtîka,  di heman dewletên AB yê de sînorên girtî, Keleha Avrûpayê, daxwaza îlticayê de sinordarkirin û mijarên wek azadiya penaberan de biryarên hatine dayîn, ihlalkirina mafên mirovan e.
Ev êrişên li ser penaberan tê kirin heman demê de ji bo berjevendiyên olîgarşiya aboriyê li hemberê ciwanan, bêkaran û kedkaran e. Bi hinceta çareserkirina mirovên bi salane di giravên Egeyê de mane, hezaran malbat li malên bernameya ESTİA yê diman hatin bêpar kirin û meaşê dihate dayîn jî bêpar hiştin

Ji bo penaberan/ koçberan koordinasyona saziyan, kolektifan û yekitiyên xwendekaran ji bo hemû penaberan em ê piştgirî bidin bi şiklekê wekhev mal, jiyanekê standart, tenduristî, mafên perwerde û xebatê.
Ji bo ku em tekoşîna xwe rêxistin bikin kolektifên, sendikayên gel û karkeran bi tewahî li ba we ne û heta serkeftinê em ê di vê rê de bimînin.
Em bi we re ji bo van tekoşînê dikin.
- ji bo tehliyeya penaberan na!
- ji bo zor û zextên dewletê yên ji bo penaberan cihê li dimînin derxin na!
-li bajar û gundên me ji bo herkesê, ji bo penaberan berbameyên mayîna malan fireh bikin !
- kampên penaberan lê komdikin bigirin! Tesisên girtî û girtîgehên ji bo penaberan re na !
-em tekoşina xwe ya, ji bo penaber bikarin malên bajar û gundan de  bijîn paşde gav navêjin, ev mafê mirovan e.

Armanca berxwedana me ya hevpar
- ji bo hemû penaberan parastin
- peymana Ab-Tirkiyê ya nijadperest betal bikin!
- ji bo penaberan sînoran vekin û dilê wan kijan welatî dixwaze derfetan bidin bila biçin!
-midaxele û şerên emperyalist dawî bikin!

Ji bo maf û azadiya gelê niştecih û penaberan di berxwedaniyê de bi hev re